Mûsa û Harûn li ber Firewn
Mûsa û Harûn ji Firewn ji bo cejneke li beriyê dixwazin, û ji wan re tê gotin ku ew vî Xwedayî nas nake. Ka ji wan tê birîn lê hejmara kelpîçan nayê kêmkirin, serkar têne lêxistin, û Îsraêl Mûsa sûcdar dike. Mûsa vedigere û ji Bavê me dipirse çima ew qet şandiye.
Bavê me di ayetê de dipeyive 1
5 1Piştre Mûsa û Harûn çûn ba Firewn û got: “Bavê me yê Îsraêl wiha dibêje: Bihêle gelê min here, da ku li beriyê ji min re cejnê bigire.”
2Firewn got: “Xwedê kî ye ku ez guh bidim dengê wî û bihêlim Îsraêl here? Ez Xwedê nas nakim û ez nahêlim Îsraêl here.”
3Wan got: “Bavê me rastî me hat. Bihêle em sê rojan rê biçin, herin beriyê û ji Bavê me re qurbanan serjê bikin; yan na wê bi kulê yan bi şûr li me bixe.”
4Lê Padîşahê Misrê ji wan re got: “Mûsa û Harûn, hûn çima gel ji karê wan dûr dixin? Vegerin ser karê xwe!” 5Firewn got: “Va ye, niha xelkê welêt gelek in û hûn dixwazin ku ew dev ji karê xwe berdin!”
6Hema wê rojê Firewn emir li serkar û berpirsiyarên gel kir: 7“Êdî wekî berê ji bo kelpîçan ka nedin gel. Bila ew bi xwe herin û ka berhev bikin.
8Hejmara kelpîçan a ku berê çêdikirin, ji wan bixwazin; kêm nekin. Ew tembel in; loma diqîrin û dibêjin: ‘Bihêle em herin ji Xwedayê me re qurbanan serjê bikin.’ 9Karê van zilaman girantir bikin, da ku bi wî mijûl bibin û guh nedin derewan.”
10Serkar û berpirsiyarên gel derketin û ji gel re got: “Firewn wiha dibêje: ‘Ezê êdî ka nedim we.’ 11Herin, li ku derê bibînin, ka ji xwe re bînin; lê ji karê we qet tiştek kêm nabe.’” 12Loma gel li seranserê welatê Misrê belav bû, da ku li şûna kayê pûş berhev bikin. 13Serkaran zor dida wan û digot: “Karê xwe yê rojane temam bikin, wekî dema ku ka hebû.” 14Berpirsiyarên Îsraêlî yên ku serkarên Firewn ew li ser gel danîbûn, hatin lêxistin û jê hat pirsîn: “Çima we duh û îro jî wekî berê hejmara kelpîçên xwe temam nekir?”
15Piştre berpirsiyarên Îsraêlî hatin û ji Firewn re kirin hewar: “Tu çima wiha li xulamên xwe dikî? 16Ka nadin xulamên te, lê dîsa jî ji me dixwazin: ‘Kelpîçan çêkin!’ Va ye, xulamên te tên lêxistin, lê sûc yê gelê te bi xwe ye.”
17Firewn got: “Tembel! Hûn tembel in! Loma hûn dibêjin: ‘Bihêle em herin û ji Xwedê re qurbanan serjê bikin.’ 18Niha herin, bixebitin. Wê ka ji we re neyê dayîn, lê divê hûn hejmara kelpîçan bi temamî bidin.”
19Gava ji berpirsiyarên Îsraêlî re hat gotin: “Hejmara kelpîçên xwe yên rojane kêm nekin”, wan dît ku ew ketine tengasiyê. 20Gava ew ji ba Firewn derketin, rastî Mûsa û Harûn hatin ku li benda wan bûn, 21û ji wan re got: “Bila Bavê me li we binêre û dadbar bike, çimkî we em li ber çavê Firewn û karmendên wî reş kirin û we şûr da destê wan ku me bikujin.”
22Piştre Mûsa vegeriya ba Bavê me û got: “Ya Bavê min ê Serwer, te çima ev gel xist tengasiyê? Te çima ez şandim?
23Ji dema ku ez çûm ba Firewn ku bi navê te biaxivim, wî xerabî bi vî gelî kiriye û te gelê xwe qet rizgar nekiriye.”