Taliya Giyan
Rasterast bi Xwedê re dipeyive, Eyûb dipirse ka tawan çi ye. Destên ku ew wek şîr rijandin û bi çerm nixumandin, niha wek şêr li wî nêçîrê dikin. Ew tenê dixwaze ku demeke kurt bi tenê bê hiştin berî ku here welatê taristanê.
10 1“Ez ji jiyana xwe bêzar bûme. Ezê gilî û gazinên xwe azad berdim; ezê ji taliya giyanê xwe biaxivim. 2Ezê ji Xwedê re bibêjim: Min mehkûm meke; bila ez bizanim ka tu çima bi min re dicengî. 3Ma xweşa te diçe ku tu zordariyê bikî, ku tu karê destên xwe piçûk bibînî, dema ku tu li ser plansaziyên xeraban dibişirî? 4Ma çavên te yên goştî hene? Ma tu çawa mirovek dibîne, wisa dibînî? 5Ma rojên te wek rojên mirovekî ne, an salên te wek salên mêrekî ne, 6ku divê tu li sûcê min bigerî û li pey gunehê min bikevî, 7tevî ku tu dizanî ez sûcdar nînim, û tu kes tune ku min ji destê te rizgar bike?
8“Destên te ez şikilandim û çêkirim, her beşek ji min, û niha tu berê xwe vedigerînî û min têk dibî. 9Bi bîr bîne ku te ez mîna herî gilî çêkirim. Ma tuyê niha min vegerînî xweliyê? 10Ma te ez wek şîr nerijandim û wek penîr ez nemeyandim, 11te ez bi çerm û goştî nixumandim, û bi hestî û damaran ez bi hev ve hûnam? 12Te jiyan û dilovaniya peymanê da min, û lênihêrîna te ruhê min parast.
13“Lê te ev di dilê xwe de veşart, û ez dizanim ku mebesta te ev bû: 14Eger min guneh bikira, teyê li min temaşe bikira û min ji tawana min paqij nekira. 15Eger ez sûcdar bim, wey li min be! Û her çend ez bêsûc bim jî, ez nikarim serê xwe rakim—ez ewqas bi şerm tije me, di nav êşa xwe de noqbûyî me. 16Eger ez serê xwe bilind bigirim, tu min wek şêrekî nêçîr dikî û dîsa li dijî min kerametan nîşan didî. 17Tu şahidên nû li dijî min tînî û hêrsa xwe hê bêtir li ser min dirijînî; pêl bi pêl bela êrîşî min dike.
18“Nexwe te çima ez ji malzarokê derxistim? Xwezî berî ku çavekî min bidîta, ez bimirama. 19Ezê wek ku qet nebûbama bibûma, rasterast ji malzarokê heta gorê hatama birin. 20Ma rojên min hindik nînin? Dev ji min berde, min bi tenê bihêle, da ku ez kêliyek tesellî bibînim, 21berî ku ez biçim cihê ku jê vegerîn tune, welatê tariyê û siya kûr, 22welatê tariya wek şeva herî kûr, ya siya kûr û bêsêwiriyê, cihê ku tê de ronahî jî wek tariyê ye.”