Em Herin Mala Wî
Strana hilkişînê. Ya Dawid.
Şahiya rêwiyekî ku digihîje mala Bavê me, lingên wî bi rastî di hundirê deriyan de disekinin. Bajar ew der e ku eşîr lê dicivin û li ku dadbarî tê kirin, loma ew ji bo aştiya wê dua dike, û dibêje ku ew vê ji bo xatirê birayên xwe dike, ne ji bo xwe.
122 1Ez bi wan re şa bûm, yên ku ji min re gotin: “Em herin mala Bavê me.” 2Lingên me di hundirê deriyên te de rawestiyane, ya Orşelîm. 3Orşelîm, ku hatiye avakirin wek bajarekî ku bi hev ve qahîm hatiye girêdan, 4ku eşîr hildikişin wir, eşîrên Bavê me, wek qanûnek ji Îsraêl re, da ku ji navê Bavê me re şikir bikin. 5Çimkî li wir textên dadbariyê hatin danîn, textên mala Dawid.
6Ji bo aştiya Orşelîmê dua bikin: “Bila yên ku ji te hez dikin aram bin. 7Bila di hundirê dîwarên te de aştî hebe, di keleyên te de ewlehî.” 8Ji bo xatirê birayên xwe û hevalên xwe ezê bêjim: “Bila aştî di nav te de be.” 9Ji bo xatirê mala Bavê me ezê li qenciya te bigerim.