Bi Dewlemendiyê Riya Malê Nayê Kirîn
Ji serokê mûzîkjenan re. Zebûra kurên Qorah.
Mamikek ku ji dewlemend û feqîran re tê pirsîn: tu kes ewqas dewlemend nîne ku birayê xwe ji mirinê bikire. Şehreza û bêaqil her du jî bi heman awayî pereyê xwe li pey xwe dihêlin. Hêviya zebûrbêj li cihekî din e — Bavê me wê wî bibe ba xwe.
49 1Ey hemû gelno, vê bibihîzin; ey hemû rûniştvanên dinyayê, guh bidin, 2biçûk û mezin, dewlemend û feqîr bi hev re. 3Devê min wê şehrezayiyê bibêje; ramana dilê min wê têgihîştinê bîne. 4Ezê guhê xwe bidim meselekê; bi çengê ezê mamika xwe vekim. 5Çima ez bitirsim gava rojên xerab bên, gava xerabiya kesên ku dixwazin min bişemitînin min dorpêç bike, 6yên ku pişta xwe didin dewlemendiya xwe û bi mal û milkê xwe yê zêde pesnê xwe didin? 7Bi rastî tu kes nikare birayê xwe rizgar bike an jî berdêla wî bide Bavê me, 8berdêla canekî biha ye; tu bihayek qet têrê nake, 9da ku ew her û her bijî û qet gorê nebîne. 10Çimkî ew dibîne ku şehreza jî dimirin; bêaqil û nezan bi hev re helak dibin û dewlemendiya xwe ji kesên din re dihêlin. 11Gorên wan malên wan in her û her, warên wan ji hemû nifşan re, her çend wan navê xwe li erdan kiribû jî. 12Mirov bi hemû şan û şewketa xwe namîne; ew mîna heywanên ku helak dibin e. 13Ev e riya wan ên ku bi bêaqilî xwe ewle dikin, û ya wan ên ku li pey wan tên û gotinên wan dipejirînin.
14Mîna pez ji gorê re hatine diyarkirin, û mirin wê wan biçêrîne. Yên rast wê sibehê li ser wan serweriyê bikin; bedenên wan wê di gorê de bihelin, dûrî malên wan ên bilind. 15Lê Bavê me wê canê min ji hêza gorê rizgar bike; bê guman ewê min bibe ba xwe. a a v15 Berevajî dewlemendên ku nikarin bi pereyan xwe ji mirinê rizgar bikin, nivîskarê zebûrê bawer dike ku Bavê me bi xwe wê wî ji gorê xilas bike û wî bibe ber hizûra xwe.
16Gava kesek dewlemend dibe, netirse, gava rûmeta mala wî zêde dibe, 17çimkî ewê tiştekî bi xwe re nebe gava bimire; rûmeta wî wê bi wî re danekeve. 18Her çend heta ku sax e xwe bextewar dihesibîne— û mirov pesnê te didin gava tu bi ser dikevî, 19ewê bigihêje nifşê bavên xwe, yên ku êdî qet ronahiyê nabînin. 20Mirovê ku bi hemû şan û şewketa xwe fam nake, mîna heywanên ku helak dibin e.